25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Generalê Brîtanya: Pêşmerge piştrast kir ku hêzekî navdewletî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di civînekê bi Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şanderê taybet ê Serokwezîra Brîtanya ji bo şerê li dijî DAIŞê General Tom Beckett ragihand, di rûbrûbûna DAIŞê de Pêşmerge piştrast kir ku ew brandekî hêza navdewletî ye û tekez kir ku Brîtanya li ser alîkariyên serbazî û pirçekirina Pêşmerge û rahênana wî berdewam be.

Ji aliyê xwe ve Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez li ser giringîya yekxistin û pirçekirina Pêşmerge bi awayekî ku di astê stratîjîyeta asayşa herêmî û rûbirûbûna gefan de be, kir û heriha spasiya gel û hikûmeta Brîtanya kir ji bo berdewamiya alîkarîkirin û piştgiriya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de.

Nûnerê Serokwezîra Brîtanya behsa projeya hevbeş a Brîtanya, Amerîka û Almanyayê digel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê kir ji bo yekxistin û çaksazîya di Wezareta Pêşmerge û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê de, ku biryar e di du hefteyên bê de pêşkêşî serkirdayetîya siyasî ya Kurdistanê were kirin û tekez kir ku, welatê wî piştî DAIŞê jî wê berdewam be li ser alîkariya Pêşmerge û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê.

Di beşeke din yê civînê de operasyona Mûsilê û rewşa navçeyê û şerê li dijî terorê hatin gotûbêjkirin.
 

Nûçeyên têkildar