Biro: Amerîka ji ber şerê DAIŞê li hember zilma PYDê bêdeng e

Hewlêr-KDP.info- Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, ew vê gavê ji ber şerê DAIŞê li hember zilma PKKê li Rojavayê Kurdistanê tiştekî nakin.
Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Emê tevahiya ofîsên xwe yên ku ji aliyê PYDê ve hatibûn girtin, dîsa vekin. Jixwe me çend roj berê ofîsa xwe ya Qamişlo vekir.
Biro daye zanîn ku niha 20 endam û berpirsên wan di zîndanên PYDê de ne û gotiye, her gava hinekî berdidin hinekî din digirin ev jî bo wê ye ku fişarê bixin ser me.”
Seroê ENKSê wiha got: “PYD nahêle ew bi rêya sînorê Sêmalka re derbasî Başûr yan Rojava bibin ji ber wê jî neçar dimînin bi qaçaxî biçin û bên.”
Li gorî Îbrahîm Biro, Rojavayê Kurdistanê di destê Amerîka de ye. Amerîka qet ji siyaseta PYDê razî nîne ji ber şerê DAIŞê vê gavê li hember zilma PYDê bêdeng e çimkî naxwaze alozî derkeve, piştî ku şerê DAIŞê xilas bû Amerîka jî dê dengê xwe derxîne.
Li ser vegera Pêşmergeyên Rojava bo Rojavayê Kurdistanî jî serokê ENKSê got ku, niha 6 hezar pêşmergeyên Rojava hene. Me dil heye em wê hejmarê bikin 10 hezar. Vegera pêşmerge bo Rojava dê bi rêkeftineke navdewletî pêk were, her gava ew rêkeftin çêbû dê pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava bibin




