26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarê Êzdî: Xelkê Şingalê rastiya PKKê nas kirin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Pêşmerge yê Êzdî Qasim Dirbo dibêje, xelkê Şingalê êdî rastiya PKKê nas kirine û êdî roj bi roj ji wan dûr dikevin. Herwiha tekez dike ku hejmarek ciwanên Şingalê ku PKKê ew birne, çarenivîsa wan nediyar e.

Qasim Dirbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema PKK hat Şingalê bi bawriya xelkê ku hatiye wan biparêze, lê dest bi xapandina ciwanan kirin û çek xistin destê wan. Niha êdî xelkê Şingalê rastiya PKKê nas kirine û jê dûr dikevin. Êdî tenê hejmareke kêm ji xelkê Şingalê wek çekdar di nava PKKê de mane. Ji ber ku piraniya wan ciwanên ku tevlî wan bibûn cuda bûne û niha tevlî Hêzên Pêşmerge bûne, yan jî li malê xwe rûniştine.”

Dirbo wiha got: “Niha herî zêde 300 kes ji Şingalê di nava PKKê de mane. Xalk naxwazin çarenivîsa wan û ya zarokên wan nexuya be. Herwiha êdî xelk zanin ku PKK wan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “PKK nêzîkî 200 keçên Êzdî xapandibû û bê razîbûna malbatên wan, ew birbûn. Hejmarek ji wan birbûn Qendîl û Sûriyê. Beşek ji wan şehîd bûne û hejmarek jî çarenivîsa wan nediyar e. Herwiha ew keçên ku li Şingalê di nava YBŞê de bûn, hejmara wan 100 bû û niha li malê xwe rûniştine û 4 jî ji wan bûne Pêşmerge.”
 

Nûçeyên têkildar