26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlemanterê HDPê: Em piştevaniya serxwebûna Başprê Kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

 

Amed-KDP.info- Endamê Parlemantoya Tirkiyê ji koma HDPê Adem Geverî ragihand ku ew wek beşek ji Kurdistanê piştgiriyê li referandum û serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin.

Adem Geverî ji malpera KDP.info re ragihand: “Wek çawa mafê her neteweyekê heye ku bi hawayekî azad bijî, mafê Kurdan jî heye ku bi azadî bijîn. Nexasim jî Kurdên Başûr gelek qurbanî dane da ku bighên serxwebûna xwe.”

Wî parlemanterê HDPê wiha got: “Em wek beşek ji Kurdistana mezin bi temamî piştgiriyê li referandum û serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin, da ku gelê Kurd li wî perçeyê Kurdistanê bighê mafên xwe yên rewa. Ew tişta ku ji her gelekî re helal be, pêwîst e ji Kurdan re jî helal be. Bêguman em jî bi temamî piştevaniyê li serxwebûn û azadiya Kurdistanê dikin û ji xwedayê mezin jî dixwazin ku azadî bibe şens ji herçar perçeyên Kurdistanê re.”

Nûçeyên têkildar