25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê Fransayê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya serkevtina wî di hilbijartina serokomariya Fransayê de pîrozbayî li Emmanuel Macron kir.

Duh roja yekşembiyê gera duyem a hilbijartina serokatiya Fransayê bi rikeberiya du namzedan, yanî Marine Le Pen û Emmaneul Macron birêve çû. Di vê gera hilbijartinê de, Macron karî zêdetirîn dengê xelkê Fransayê bi dest bihîne û weke serokê nû yê Fransayê hat hilbijartin.

Îro duşembî 8ê Gulana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayiyê ji Serokê Hilbijartî yê Fransayê re şand.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Mesûd Barzanî peyam ji Serokê Hilbijartî yê Fransayê re şandiye û tê de ji ber serkevtina wî di hilbijartinê de û hilbijartina wî weke Serokê Nû yê Fransayê, pîrozbayî li Emmanuel Macron kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser dostaniya navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê jî kiriye.

Pêwendiyên navbera Kurdistanê û Frasayê gelek bihêz in û serokê niha yê Fransa François Hollande du caran bi fermî serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Nûçeyên têkildar