Hewlên vekirina dadgeheke navdewletî ji bo tawanên DAIŞê berdewam in
__2017_05_07_h14m35s17__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Komîteya Bilind a Nasandina Tawanên Jenosîda Kurdên Êzdî û pêkhateyên din ên olî û neteweyî Husên Qasim dibêje, hewlên wan ji bo vekirina dadheke navdewletî taybet bi jenosîdên DAIŞê derheqê xelkê Kurdistanê, berdewam in.
Husên Qasim ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve biryar hat dan derbarê pirsa Kurdên Êzdî û pêkhateyên din ên olî dadgeheke taybet bê danîn, herwiha feraman da ku komîteya me kar ji bo avakirina dadgeheke navdewletî, ji ber ku tawanên terorîstên DAIŞê navdewletî ne û îtîrafa bi wan tawanan jî divê bi awayekî navdewletî bin, lewma jî me 2 bername ji wê yekê re daniye.”
Derbarê wan herdu bernameyan jî Qasim wiha got: “Bernameya yekem emê serdana Bexdayê bikin û ligel wê biaxivin li ser pirsa yasaya jenosîdê û emê daxwaz jê bikin ku bibe endam di Dadgeha Navdewletîv de û eger nebe jî dikare tenê li ser pirsa me daxwaza lêkolînê ji Dadgeha Navdewletî li ser tawanên DAIŞê bike. Lewma jî niha Hikûmeta Kurdistanê li ser vê yekê kar dike.”
Derbarê bernameya duyem jî Qasim wiha domand: “Em bi riya Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Kurdistanê amadekariyan ji bo lidarxistina civînekê ne ligel nûnerên welatan û Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Ewropa, da ku em ji wan re bêjin ev 2 sal û nîv in ku Hikûmeta Kurdistanê li ser vê pirsê kar dike û dê li ser hewlên xwe jî berdewam be ji bo avakirina dadgeheke navdewletî ji bo jenosîdên destê DAIŞê.”




