Êzdiyên Almanya: Referandum dê navçeyên me vegerîne ser Herêma Kurdistanê

Almanya-KDP.info- Kurdên Êzdî li Almanya bi germî pêşwaziyê li referanduma Başûrê Kurdistanê dikin û serxwebûna Kurdistanê bi mafekî rewa yê hemû miletan dibînin. Ew daxwaz dikin zû referandum bê lidarxistin da ku navçeyên Kurdistanî hemû vegerin ser Herêma Kurdistanê.
Nayif Reşo Êsîanî, ku li bajarê Bêlîfîld ê Almanya dimîne, ji malpera KDP.info re ragihand: “Referandum mafekî rewa yê me û her neteweyekê ye li cîhanê. Em dikarin bêjin ku derfeteke zêrîn hatiye pêşiya me û guhertinên herî mezin di dîroka siyasî ya Kurdan de çêdibin. Îro jî ji her demê zêdetir pêwîstî bi yekdengî û yekrêziyê heye, da ku em ber bi referandumê ve biçin.”
Hesen Melo Reşîd li bajarê Eglştat jî wiha dibêje: “Em li hêviya wê rojê ne ku referandum bê kirin û hemû navçeyên me vegerin ser Herêma Kurdistanê, da ku careke din karesat li van navçeyan çênebin.”
Dawûd Şukrî jî ku li bajarê Mûnixê dimîne, dibêje: “Hêviya me ew e ku serxwebûna Kurdistanê bê ragihandin û em jî bibin dewleteke serbixwe, ji ber ku ji kevin ve Kurd û Serok Barzanî kar û xebat ji vê armanca me re kirine û niha dema wê hatiye. Dem hatiye ku ala me li tenişt alên cîhanî bê bilindkirin û em bighên hemû mafên xwe.”




