26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qamişlo- Xwepêşandaek mezin karên PYDê şermezar dike

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya PDK-Sê dibêje, sibe Yekşemê li pêşiya navenda ENKSê li bajarê Qamişlo xwepêşandaneke mezin li dijî karên xerab ên PYDê birêve diçe.

Nûrî Birîmo ji malpera KDP.info re ragihand: “PYD li ser kar û kiryarên xwe yên xerab berdewam e û rojane endam û alîgirên me digre û wan davêjin binê zindanan, herwiha deriyê navendên me bi zorê digre. Lewma jî me biryar daye ku bi her awayekî be deriyê ofîsên xwe vekin û sibe Yekşemê jî emê li Qamişlo bi xwepêşandaneke mezin karên xerab ên PYDê şermezar bikin, ku ew bi berdewan dijayetiya Kurdan û al û pirojeya Kurdan dikin.”

Birîmo wiha got: “Pêwîst e Pêşmergeyên Rojava bi zûtirîn dem vegerin Rojavayê Kurdistanê û eger PYD xwe wek partiyeke Kurdî daba xuyakirin gerek ew pêşmerge wek birayên xwe dîtiba û neba rêgir li pêşiya vegera wan. Lê mixabin ew dikarin têkeliyan bi Ereban û Heşda Şeibî re deynin lê Kurdan qebûl nakin. Niha em jî li derfetekê digerin ji bo vegerandina Pêşmerge, ku ew veger bi rêkeftin be yan jî bi alîkariya Amerîka û civaka navdewletî be.”
 

Nûçeyên têkildar