Ji ber PKKê 90 gundên Amêdiyê wêran in..Ma Amêdiyê cihê xebata wan e?

Amêdiyê-KDP.info- Zêdetirî 90 gundên sînorê bajarokê Amêdiyê di bin destê PKKê de ne, ew gund wêran in, nehatine avedankirin û ne jî xelk diwêrin vegerin ser erd û malên xwe, lewma jî xelkê wan gundan bi riya malpera KDP.info daxwaz ji PKKê dikin ku ji gundên wan derkevin.
Ferman Hemîd, ku welatiyekî Amêdiyê ye, dibêje: “Nîvê aza sînorê Amêdiyê di bin destê PKKê de ye. Em nikarin biçin ser zevî û gundên xwe, eger ne ji wan be dê Amêdiyê bibe xweştirîn cihê geştiyariyê, lewma jî em daxwaz jê dikin ku ji sînorê Başûrê Kurdistanê dûr bikevin.
Welatiyek ji nahiyeya Şêladizê bi navê Rizgar Reşîd dibêje: “Ji ber bombebarana balafirên Tirkiyê li ser PKKê di nava gundên me de, xelkê me dibin qurbanî. Eger ew li nava gundên me nebana balafirên Tirkiyê li gundên me nedidan. Bi dehan gundên me di bin destê PKKê de ne û xelkê me nikarin vegerin ser mal û warê xwe. Egere PKK aliyekî Kurdî be, bila xwe ji navçeyên me dûr bike û nebe rêgir li pêşiya avedankirina gundên xelkê me yên hejar û feqîr. Bila vegerin cihê xebata xwe li Bakurê Kurdistanê. Ma Amêdiyê cihê xebata wan e?.”
Fermanberekî Şêladizê bi navê Çiya Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK rêgiriyê li me dike ku em biçin wan gundên Amêdiyê yên di bin destê wê de. Dema xelkê me yên hejar diçin, bac û gumrikê ji wan distînin. Zêdetirî 90 gundên sînorê bajarokê Amêdiyê di bin destê PKKê de ne, ew gund wêran in, nehatine avedankirin.”




