Fermandarê Pêşmerge: Bila PKK nebe rêgir li pêşiya pilanên Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Giwêrê Cemal Mortke dibêje, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî naxwazin ti hêzeke hizbî pirsgirêkan ji Hêzên Pêşmerge re derxînin.
Cemal Mortke ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge û Serok Barzanî jibilî çend komelgehên sînorê Şingalê, % 100 ji axa Kurdistanê ji destê DAIŞê hatiye derxistin û niha di destê Hêzên Pêşmerge. DAIŞ bi êrişa xwe ya ser Kurdistanê ziyanek mezin dît û li sînorê Pêşmerge têk çû.”
Derbarê wî beşê Başûrê Kurdistanê yê ku hêj di destê DAIŞê de ye li nêzîkî Şingalê, wî fermandarê Pêşmerge got ku di dema xwe de Hêzên Pêşmerge dê dest bi rizgarkirina wê navçeyê jî bikin û daxwaz ji PKKê kir ku ji wê navçeyê derkevin û nebin rêgir li pêşiya pilanên leşkerî yên Hêzên Pêşmerge li Şingalê, ji ber ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî naxwazin hêzên hizbî pirsgirêkan ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re derxînin.




