Serok Barzanî: Hêvîdar im Serokê nû yê Fransa piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got ku ew dixwazin bi welatên cîran re peywendiyên baş deynin û serxwebûna Kurdistanê jî dê nebe sedema pirsgireka û berevajî wê yekê dê bibe alîkariya çareseriya pirsgirekan.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiva pirsên rojnameya Le Figaro ya frensî da ragihand ku dema serxwebûna Kurdistanê hatiye.
Mesûd Barzanî diyar kir ku ev sedsale bo parastina yekîtiya Iraqê dixebitin û wiha domand: "Me li hemberî vê çi bidestxist? 4 hezar û 500 gundên me hatin wêrankirin, em rastî êrîşa çekên kimyawî hatin, tenê ji malbata min 10 hezar kes hatin kuştin."
Barzanî amaje pê wê yekê jî kir ku dixwazin bi welatên cîranên xwe re peywendiyên xwe baş bikin û serxwebûn jî dê nebe sedemên pirsgirekên nû, berevajî dê alîkariya çareseriya pirsgirekan bike.
Di berdewamiya axaftina xwe de Barzanî got jî ew dizwazin, bi rêyên diyalog, gotûbîj û aştiyane ji Iraqê veqetin.
Herwiha Barzanî ji kesê ku di tura duyemîn a hilbijjartinên 7ê Gulanê de bibe serokomarê Fransayê daxwaza kir ku piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike qe nebe jî ji serxwebûnê re nebe asteng.
Derbarê operasyona Mûsilê de jî Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku her çi qas rêxistina DAIŞê li wî bajarî were şikandin jî lê dîsa dibe ku hebûna bi naveke din berdewam bike û heta ku armanca rêxistinê ji holê neyê rakirin dê metirsiya wê jî hebe.
Mesûd Barzanî di heman demê de got, piştî rizgarkirina Mûsilê jî pêwsît e ku hêzên hevpeymaniya navdewletî heta heyamekê li herêmê bimîne.




