25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî bo Konsulê Amerîka: Mafê me jî heye em biryara xwe bidin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî got ku wek hemû gelên cîhanê mafê gelê Kurdistanê jî heye ku biryarî li ser çarenivîsa xwe bide.

Îro li navenda Polîtburoya PDKê, Fazil Mîranî pêşwazî li Kîn Gros Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de behsa behsa rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê û Iraqê bi giştî û Herêma Kurdisanê bi taybetî kir.

Herwiha Mîranî ragihand ku Kurd tevî wan hemû êş û nexweşiyên ku di dîroka xwe dîtine, lê berdewam xwedî peyama aştî û azadiyê bûne, ew jî ji bo gihîştin bi mafên xwe yên rewa, ku her banga wan ji bo cîranên wan pêkvejiyan û birayetî û diyalog bûye.

Sekreterê Polîtburoya PDKê ji Konsulê Amerîka re got, gelê Kurdistanê niha ji mafê wî ye ku ber bi referandumê û diyarkirina çarenivîsa xwe ve biçe û dûr ji tundiyê kar jê re bike, ji ber ku ev yek mafekî rewa ye her miletekî ye, herwiha ev yek nabe gef jî li ser berjewendiya ti welatekî û dibe çareserî ji gelek pirsgirêk û aloziyên navçeyê re.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Amerîka pesnê Hêzên Pêşmerge da û spasiya wan kir li ser rol û qehremanî û bergiriya wan di ber nirxên mirovayetiyê û ji bo vegerandina aramî û seqamgîriyê bo navçeyê. Heriwha got ku girîng e Herêma Kurdistanê her di nava aramiyê de be û divê hemû pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin û her hewlek ku ji bo aramî û xweşiya navçeyê ku bê avêtin em ligel wê ne.

Nûçeyên têkildar