26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê bo Îranê: Em destêwerdanê di referanduma xwe de qebûl nakin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Wezareta Derve ya Îranê da û ragihand: “Em rê bi destêwerdana ti aliyekê nadin, û lidarxistina referandumê mafekî asayî û xwezayî yê gelê Kurdistanê ye û biryara dawîn a derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî, dê ji aliyê gelê Kurdistanê bi xwe be.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî duh roja duşembiyê di konfransaeke rojnamevaniyê de, dijatiya Tehranê li gel hewlên Başûrê Kurdistanê bo serxwebûnê aşkere kiribû.
Li hember vê daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bertekek tund nîşan da.

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro sêşembiyê di daxuyaniyekê de dilgiraniya Herêma Kurdistanê ji ber vê helwesta Tehranî anî ziman û ragihand: “Mafê çarenivîsê weke hemû gel û netewên din ên cîhanê, mafekî xwezayî yê gelê Kurdistanê ye, ku gelek qurbanî jê re daye û di vê xebatê de jî ji bo gihîştina bi xwastek û armancên xwe yên rewa berdewam dibe.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Her weke ku pêştir Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî ragihandiye, mijara referandum û serxwebûna Herêma Kurdistanê, mijarekî navxweyî yê Iraqê ye. Bo vê mebestê jî bi rêya gotûbêj û ji hev têgihîştinê ev mijar li gel hikûmeta federalî ya li Bexdayê tê gengeşekirin û biryar li ser tê dayîn. Her ji ber wê jî, derveyê vê çarçoveyê em her daxuyaniyek din red dikin û tekez dikin, ku em rê bi destwerdana ti aliyekê nadin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de, lidarxistina referandumê weke mafê xwezayî yê gelê Kurd hatiye binavkirin û tekezî hatiye kirin: “Pêkanîna referandumê mafekî asayî û xwezayî yê gelê Kurdistanê ye û biryara herî dawîn a derbarê serxwebûnê de jî, ji aliyê gelê Kurdistanê ve dibe, ku mafê xwezayî yê wê ye.”

Nûçeyên têkildar