Sîdad Barzanî pêşwazî li kesayetiya Êzdî Şêx Xelef Behrî kir

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Sîdad Barzanî Berpirsê Ofîsa Serok Barzanî, kesayetiya Êzdî Şêx Xelef Elyas Behrî pesnê qehremaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şikandina terorîstên DAIŞê û azadkirina Şingalê de, da.
Îro Sêşema 2-5-2017 li Selahedîn, Berpirsê Ofîsa Serok Barzanî, Sîdad Barzanî pêşwazî li kesayetiya navdar a Êzdî Şêx Xelef Elyas Behrî kir.
Di wê hevdîtinê de rewşa Şingalê û derdora wê û herwiha rewşa koçberan û vegerandina xelkê Şingalê bo ser navçeyên xwe, nirxand.
Her di vê hevdîtinê de, Şêx Xelef Elyas Behrî jibilî pêşkêşkirina sipasiyê ji bo Serok Barzanî, pesnê qehremaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şikandina terorîstên DAIŞê û azadkirina Şingalê de, da. Herwiha sozdariya xwe jî ji bo rêbaza Barzaniyê nemir dûpat kir.





