26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

NY:Pêdîviya 5 milyon kesên Sûrî dê bi alîkariyê çêbibe

Çavkanî: KDP.info

Duhî çarşeme saziyên alîkariyê yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) aşkere kirin ku di sala 2013`an  pêdîviya 5 milyon welatiyên Sûriyê bi alîkariyê dê çêbibe û hejmara penabaran jî dê bibe du qatê dema niha.

 

Kordînatora herêmî ya NY’yê Radhouane Nouicer got: “Rewşa li herêmê bi lez û bez xirab dibe,  û di daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku sala 2013`an pêwîstiya 5 milyon welatiyên Sûriyê dê bi alîkariyê çêbibe.

 

Neteweyên Yekbûyî bang li civata navnetewî kir ku pêdivî 1.5 milyar dolar bo alîkariya Sûriyên li derve û hundir ku di qeyraneke mirovî dijîn heye.

 

Rêxistina navnetewî di beyannamekê de daxwaza 519.6 milyon dolar bo alîkariya Sûriyên li hundirê welêt kiriye û milyarek dolar jî bo milyonek penaberên Sûriyê ku li 5 welatan belavbûne dike.

 

Nûçeyên têkildar