44 sazî û partiyên Kurd jib o Roboskiyê bûne yek

Li Amedê 44 sazî û dezgehên kurd û partiyên siyasî bal kişandin di ser bûyera Roboskiyê re salek derbas bûye lê hêj hikûmetê kujer ceza nekirine. Van sazî û partiyan biryar girt ku ji bo Roboskiyê çalakiyên hevpar li dar bixin.
Bi 44 saziyan re partiyên weke BDP, EMEP, OSP, KADEP jî li KCD’ê civiyan û dengê xwe yên hevpar derxistin holê. Piştî civînê nûnerên partiyan civiyan û daxuyaniyeke hevpar dan çapameniyê. Li ser navê partî û saziyan Berdevkê KCD’ê Edîp Yaşar, aşkera kir ku wan biryar girtiye bi partî û saziyan re meş, xwepêşandan, daxuyanî û xwepêşandanên cur be cur li dar bixin. Yaşar, destnîşan kir ew ê bi tevlibûna bi hezaran kesî di 27’ê berfanbarê de li Amedê meşeke girseyî li dar bixin û komkujiya Roboskiyê şermezar bikin. Yaşar, xwest hikûmet demildest gav bavêje û kujerên Roboskiyê ceza bike.
Edîp Yaşar, da zanîn ku ew ê di 28’ê berfanbarê de jî bi tevlibûna bi hezaran kesî li Roboskiyê bicivin û ew ê polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî vê komkujiyê li vî gundî aşkera bikin.
Di 28’ê berfanbara 2011’an de li gundê Roboskiya Qilebana Şirnexê bi bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê 34 gundiyên kurd hatibûn kuştin




