26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsê PDKê li Amêdiyê: PKK dest daniye ser 40% ji devera Amêdiyê

Çavkanî: KDP.info

 

Amêdî-KDP.info- Berpirsê Şaxa 18 ya PDKê li Amêdiyê Umer Oreyî dibêje, PKK navçeya Amêdiyê wek cihê xwe dibîne û bac û gumrikê ji xelkê wê navçeyê distîne, ku çekdarên wê destê xwe danîne ser %40 ji axa devera Amêdiyê.

Umer Oreyî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK destê xwe daniye ser zêdetirî 40 % ji axa devera Amêdiyê, ku ew jî navçeyên Nêrwe û Rêkan û beşek ji devera Berwarî û Doskiya jorîn û Bergare. % 99 ji xelkê wê deverê hebûna PKKê naxwazin û daxwaza derketina çekdarên wê ji gund û navçeyên xwe dikin, ji ber ku wan çekdaran metirsî li ser jiyana wan çêkiriye û pirsgirêkan ji wan re derdixin. Pêwîst e PKK vegere cihê xebata xwe û pirsgirêkên xwe neyne nava navçeyên Başûrê Kurdistanê.”
Wî berpirsê PDKê da zanîn ku ti hevahengiyek di navbera wan û PKKê de tune ye û ew bi aştiyane daxwaz ji PKKê dikin ku navçeyên Başûrê Kurdistanê derkevin û erd û zeviyên hejaran dagîr nekin.
Oreyî wiha got: “PDK qet naxwaze şerê PKKê yan ti aliyekî din bike. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şerê birakujî heram kiriye, lê em daxwaz ji PKK dikin ku ji hemû navçeyên Başûrê Kurdistanê derkevin.”

Nûçeyên têkildar