25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Divê ked û xebata Pêşmerge neyê piştguhxistin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serpereştiya civîna hevbeşa Hikûmet û her dû Dezgehên Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn kir û di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî ragihand ku nabe ked û xebata Pêşmerge bê piştguhxistin.

Roja yekşem 30.04.2017 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serpereştiya civîna hevbeşa Hikûmet û her dû Dezgehên Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn kir.

Di vê civînê de ku bi mebesta çareserkirina kêşeyên Pêşmergeyên Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn û bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmet û Wezîr û berpirsên peywendîdaran birêveçû, dûvdaçûn ji bo bi cîhkirina biryar û raspardeyên Serok Barzanî di derbarê çareserkirina kêşeyan kirin.

Her wiha Hikûmet jî rapora xwe ya di derbarê sedema paşketina çareserkirin û bicîhkirina daxwazên herdû Dezgeha Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn xisterû.

Her di vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da tekez li wê yekê kir ku pêwîste her dû alî hevdû têbigihin û li yekalîkirina navê Pêşmergeyan û musteheqatê wan de dadperweriyê berçav bigrin û ked û xebata Pêşmergeyan piştguh nexin.

Her wiha wê yekê jî dûpatkir ku pêwîste her dû Dezgehên Eylûl û Pêşmergeyên Dêrîn ber çavê Hikûmetê bêne rûn kirin û Hikûmet jî bi mekanîzmekî guncaw çareserkirina kêşeyên Pêşmergeyan bi ewlewiyeta xwe bizane.

Di beşekî dinê civînê de Serok Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa siyasî û paşaroja Kurdistanê û proseya referandûm û serbixweyiyê ji bo amadebûyan behs kir.

Nûçeyên têkildar