25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komîteya Asayişê: Koçberê Şingalê ji ber PKKê venagerin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Komîteya Navxwe û Asayişê û Encumenên Xwecehî ya Parlamentoya Kurdistanê dibêje, sedema sereke ya ku nahêle xelkê Şingalê vegerin ser mal û warê xwe, PKK ye.

Nazim Herkî Cîgirê Serokê Komîteya Navxwe û Asayişê û Encumenên Xwecehî ya Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Koçberên Şingalê ji ber PKKê venagerin ser mal û warê xwe. Ji ber PKK heta niha avedanî negihîştiye Şingalê. Rêxistinên navdewletî ji ber PKKê newêrin bên li Şingalê kar bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK berjewendiyên welatên navçeyê li Şingalê cîbicî dike, lewma jî naxwazin ji Şingalê derkevin. Çendîn car me daxwaz ji rêxistinên navdewletî kiriye ku PKK ji Şingalê derxînin lê heta niha ew hewl bê encam bûne.”

Nûçeyên têkildar