25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavdêr: Serdana Serokwezîr bo Tirkiyê ji 2 aliyan ve pir girîng bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrê siyasî û mamosteyê Zanîngeha Selahedîn Dr. Salih Îsa dibêje, serdana Serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiyê girîng bû ji ber ku piştî bombebaran Şingalê ji aliyê Tirkiyê ve, pir girîng bû Nêçîrvan Barzanî ligel Serokomarê Tirkiyê wê pirsgirêkê bi diyalog çareser bike.

Dr. Salih Îsa ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana Serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiyê ji 2 aliyan ve girîngiya xwe heye. Yekem ku Serokwezîrê Kurdistanê ligel berpirsê herî pilebilind ê Tirkiyê ku Serokmar Receb Teyip Erdogan e, civiya, ku ew jî piştî êrişa Şingalê em civîna yekemîn e da ku wê pirsgirêkê bi diyalog û dîplomatîk çareser bikin.”

Îsa wiha got: “Aliyê duyem jî ew e ku beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê di konferansa Atlantîk de gelekî girîng bû, ew jî ji ber ku rola girîng û bi bandor a Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî diyar dike ku çiqasî bihêz e. Lewma jî Hikûmeta Kurdistanê ji bo wan konferansên navdewletî tê vexwendin.”

Derbarê aloziyên ku PKK ji Kurdan re derdixe, wî çavdêrê siyasî wiha domand: “PKK bûye darê destê welatên navçeyê û bi vî awayî metirsiyeke mezin li ser herçar perçeyên Kurdistanê çêdikin. Ew welatên ku PKK bûye darê destê wan, PKK ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin, lê her çawa be jî divê PKK ji Şingalê bê derxistin.”
 

Nûçeyên têkildar