25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Wezîrê Iraqê paşeroja Mûsilê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa paşeroja Mûsilê kirin.

Roja şemî 29.04.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Îrfan Elheyalî Wezîrê Berevaniya Iraqê û Ferîq Rukin Enwer Hemedemîn Fermandeyê Hêzên Asmanî ya Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet amade bû, Wezîrê Berevaniya Iraqê, Serok Barzanî ji pêşhatên dawî yên emnî û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên DAIŞê li operasyona azadkirina Musilê agahdar kir. Her wiha rewşa navçeyên azadkiriyên Musil û paşaroja Musilê gotûbêj kirin û tekez li ser berengarbûn û ji navbirina terorîstan û azadkirina navçeyan kirin.

Her di vê hevdîtinê de hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li proseya azadkirina Musilê de bilind nirxandin û tekez li ser berdewamiya wê hemahengiyê kirin.
 

Nûçeyên têkildar