PKK zarokên Rojava ji dibistanan derdixe û wan tevlî hêzên xwe dike

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENKSê li Amûdê dibêje, li 4 dibistanên bajarê Amûdê PKKê 14 zarok ji dibistanê derxistine û ew birine nava hêzên xwe.
Îsmaîl Hemo ji malpera KDP.info re ragihand: “Li 4 dibistanên Amûdê çekdarên PKKê bi çekan êriş kirine ser xwendekaran û 14 kes ji wan girtine û ew birine leşkeriya bizorê, da ku li Reqa şer bikin.”
Hemo wiha got: “Malbatên wan zarokan li dûv zarokên xwe digerin û serdana asayişa PKKê dikin, lê ew ji wan re dibêjin zarokên we bi kêfa xwe hatine û tevlî me bûne.”
Wî endamê ENKSê li Amûdê wiha domand: “Hinek ji wan zarokan navê wan ev in: Rêzan Mihemed, Dilovan Îsmaîl, Bilind Arif, Şivan Şêxo Hemê, Ebdulcebar Şêxo Hemê. Herwiha ji ber tirsa PKKê êdî xelk newêrin zarokên xwe bişînin dibistinan.”




