Dihok- 36 kesên din ên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Şingal-KDP.info- Rêveberê Karûbarê Kurdên Êzdî yên ku hatine revandin Husên Qaîdî ragihand ku îro danê sibehê 36 Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.
Husên Qaîdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî pilaneke hûr û dirêj, 36 kes ji Kurdên Êzdî ji alîkariya ofîsa me û hêzên ewlehiyê û Pêşmerge û xêrxwazan, ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin. Ew kes jî ji zarok û jinên xelkê Til Benat û Şingalê pêk hatibûn û niha li bajarokê Şingalê ne.”
Qaîdî wiha got: “Ew kesên ku hatine rizgarkirin li navçeyekê li derdora Mûsilê bûne. Herwiha emê berdewam bin li ser rizgarkirina kesên din ên di destê DAIŞê de.”




