Efrîn- PKK êriş kiriye ser mala serkirdeyê ENKSê

Efrîn-KDP.info- Endamê Serkirdatiya ENKSê û Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Ebdulrehman Apo ragihand ku duhî danê êvarê çekdarên PKKê li navçeya Eşrefiye ya Efrînê êriş kirin ser mala wê û ew û malbata wî ji kuştinê filitîn.
Ebdulrehman Apo ji malpera KDP.info re ragihand: “Duhî danê êvarê ez li mala xwe bûn û çekdarên PKKê xwestin mala min bişewitînin, ku bombeyên molotofî avêtin ser mala me, ku dixwe min û malbata min bişewitînin. Lê bi alîkariya cîranan me karî agir vemrînin.”




