Şingal- PKK gelek bombe çandine û bi xelkê de diteqin

Şingal-KDP.info- Serokê Encumena Şingalê Weyis Nayif dibêje, li wan navçeyên Şingalê yên di bin destê PKKê de ne, gelek bombeyên vedayî hatine danîn û bi xelkê medenî diteqin û dibin qurbanî.
Weyis Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gundê Sikînê yê ser bi Şingalê ve, roja 23ê vê mehê bombeyek teqiya û çend kesên sivîl tê de şehêd ketin. Ew navçe di bin destê PKKê de ye û ew ji ber wê bûyerê berpirs e. Herwiha li hin navçeyên din ên bin destê PKKê bombe teqiyane.”
Her derbarê wê bûyerê Dr. Macid Şingalî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî zanyariyên me, li gelek navçeyên Şingalê PKKê bombe li wan çandine û di encamê de xelkê sivîl dibin qurbanî. Tenê Pêşmerge li wan navçeyan heye û berpirsyaretiya wan teqînan dikeve histê PKKê de. Roj bi roj metirsiya PKKê li ser Şingalê ji aliyê ewlehî ve zêdetir dibe.”




