25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlemanterê Êzdî: PKK li Şingalê bimîne dê karesat dûbare bibin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Nûnerê Êzdiyan di Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, eger PKK li Şingalê bimîne, dê karesatên ku hatin serê wê navçeyê dûbare bibin û dîsa xelk koçber bibin, ji ber ku navendên PKK gelekî nêzîkî xelkê sivîl in.

Şêx Şamo ji malpera KDP.info re ragihand: “Tişta ku em jê ditirsiyan qewimî û eger PKK li Şingalê bimîne dê xerabtir bi serê xelkê wê navçeyê were, ji ber ku Tirkiye berdewam gefan dike û mana PKKê jî rê li pêşiya Tirkiyê xweş dike. Mixabin jî qurbaniyên yekem jî Hêzên Pêşmerge bûn.”

Şamo wiha got: “Ev çendîn car e ku em daxwaz ji PKKê dikin ku ji Şingalê derkevin, lê guh nadin kesî û li ser karên xwe yên xerab berdewam in, ku ev yek jî dibe sedem ew xelkên ku vegeriyane Şingalê jî dîsa koçber bibin. Ziyaneke mezin gihandine xelkê Şingalê û eger dernekevin dê ew karesatên hatine serê Şingalê dûbare bibin.”

Nûçeyên têkildar