Frakisyona PDKê: Sedema êrişê PKK ye

Hewlêr-KDP.info- Frakisyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de dibêje em her êrişekê li axa Kurdistanê û jiyana Pêşmerge şermezar dikin. Herwiha dibêje, PKK sedema nearamiyê ye li navçeyê.
Berdevkê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de Dr. Mihemed Elî Yasîn di daxuyaniyekê de ragihand: “Di êrişa balafirên Tirkiyê de li Şingalê 5 Pêşmerge şehîd bûn û 9 jî birîndar bûn. Em li hemberî wê êrişê dilgiran in û em her êrişekê li axa Kurdistanê û jiyana Pêşmerge qebûl nakin û şermezar dikin.”
Frakisyona PDKê wiha domand: “Sedema sereke ya wê êrişê û nearamiya Şingalê PKK ye. Mana wê li Şingalê dibe sedema berdewamiya êriş û neramiyê, lewma jî pêwîst zû ji Şingalê derkevin, da ku êdî xelkê Şingalê bê tirs vegerin ser mal û warê xwe.”




