Îdareya Şingalê bang li Amerîka û UN dike: PKK ji Şingalê derxînin

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, siyaseta xelet a PKKê Şingal gihandiye wê astê ku Tirkiyê Şingalê bombebaran bike. Herwiha bang li Amerîka û Neteweyên Yekbûyî dike ku ew jî bên ser xetê û PKK ji Şingalê derxînin.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev zêdetirî salekê ye ku hemû Êzdî daxwaza derketina PKKê ji Şingalê dikin, lê ew razî nabin ku derkevin, di encamê de va balafirên Tirkiyê li Şingalê dan. PKK hesab ji kesayetî û nûnerên Êzdiyan û îdareya Şingalê nake. Em gilî ji Hevpeymaniya Navdewletî û ji Amerîka jî dikin ku ew jî kêmtirxem bûne di mijara serxistina PKKê de.”
Xelîl wiha got: “Niha piştî vê êrişa Tirkiyê, îdareya Şingalê dê bi cidî ligel Amerîka û hevpeymanan biaxive, da ku PKK ji Şingalê derxînin. Eger PKK li Şingalê bimîne dibe ku Tirkiye careke din li Şingalê bide. Nabe PKK û Tirkiye şerê xwe bînin Şingalê.”




