Serok Barzanî pêşwaziya Hunermendê Mezinê Kurd Mezher Xaliqî kir

Hewlêr-KDP.info- Li Selaheddîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya hunermendê mezin û navdar ê Kurd Mezher Xaliqî kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî jibilî hal û rewş pirsînê, spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Mezher Xaliqî kir ku bi sedema wê rola xwe ya li jiyana çandî û kultûriya gelê Kurdistanê de dîtiye û her wiha helwesta wî ya niştîmanperwerî bilind nirxand û hêviya tendirustiyeke baş ji bo wî xwest û ragihand ku Mezherê Xaliqî cihê şanaziya me hemû aliyeke.
Her di vê hevdîtinê de Mezher Xaliqî spasî erk û ked û xebata Serok Barzanî kir û jibilî balkişandina bi siyaset û stratejiya Serok Barzanî ya di derbarê serbixweyiyê de, wê yekê xisterû ku hemû şiyan û berhem û çalakiyên xwe dixe xizmeta proseya serxwebûna Kurdistanê.




