26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKK nahêle ENKS ofîsên xwe veke..Emê dîsa ofîsên xwe vekin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- ENKSê biryara vekirina ofîs û navendên xwe li Rojavayê Kurdistanê daye, lê PKK rê li pêşiya wan digre. Endamekî ENKSê jî dibêje, ewê dîsa ofîsên xwe vekin.

Endamê ENKSê Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “PYDê hemû ofîsên me girtine û me jî dest bi vekirina wan ofîsan kiriye. Me ji Qamilşo destpê kir, lê dîsa PKKê êrîş kir û careke din ofîsa me girt.”

Azîzî wiha got: “Careke din em amadekariyan dikin ji bo ku em baregehên xwe vekin. Me biryar daye ku em guh nedin PKKê û her çawa be em dîsa ofîsên xwe vekin.”

Wî endamê ENKSê wiha doamnd: “Çekdarên PKKê bi hemû awayekî gefan li xwediyê xaniyên ku me ji wan kirê kirine û me kirine ofîsên xwe, dike ku xanî û cihên xwe ji me bistînin.

Dr. Kawa Azîzî ragihand: “Dê gelek tişt li navçeyê bên guhertin û PYD jî nikare bi vî awayî berdewam be.”

Nûçeyên têkildar