26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsê PDKê li Kerkûkê: Referandum dê li Kerkûkê jî were kirin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Encumena Serkirdatiya PDKê ya Kerkûk-Germiyan Selah Delo dibêje, referanduma serxwebûna Kurdistanê dê li Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî were encamdan. Herwiha da zanîn ku ewê komîteyeke Kurdistanî pêk bînin da ku serdana pêkhateyên Kerkûkê bike ji bo pirsa referandumê.

Endamê polîtburoya PDKê û berpirsê giştî yê PDKê li Kerkûkê, Selah Delo di civîneke rojnamevaniyê de li ser referandumê axivî û got, referandum mijareka netewî û gelekî girîng e. Gelek caran tê pirsîn gelo referandum dê li Kerkûkê jî bê encamdan yan na? Belê, referandum ne tenê li Kerkûkê dê li hemû deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê were kirin.

Selah Delo her wiha got, divê em xwe bikin yek û yekrêz bin ji ber ku em her gava yekrêz bin em serkeftî dibin, berovajî wê em bin dikevin û rastî ziyanê dibin.

Wî endamê polîtburoya PDKê anî ziman ku gelê kurd ti carî dest ji Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bernade û got, lê em dizanin Kerkûk bajarekî pir netew e û mafên hemiyan jî heye azad bijîn. Baweriya me jî bi pêkvejiyanê heye.

Herwiha da zanîn ku ewê komîteyeke Kurdistanî pêk bînin da ku serdana pêkhateyên Kerkûkê bike ji bo pirsa referandumê.

Nûçeyên têkildar