26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê: Divê Hikûmeta Iraqê qurbaniyên komkujiya Qeladizê qerebû bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê salvegera 43.mîn a karesata Qeladizê de peyamek belav kir.

Li gor malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê peyam waha ye:

“Di bîranîna 43-ê saliya bombebarankirina bajarê xweragirê Qeladizê
ji aliyê rijêma Basê ya şoven ve, em ser û bejna xwe li hember canê şehîdên wê karesatê diçemîn in û bi qedir û hûrmet hemûyan bi bîrtîn in. Qeladizê ku hertim kelha berxwedan û rûbirûbûna dagîrkeran e, li ser dema şoreşa mezin ya Îlonê navenda zanîngeha êkane ya Kurdistanê bû, ew bibû navendeke diyar ya zanisî, ji ber hindê çavên Basiyan pê neradibûn.

Îro, piştî 43-ê salan ji wê tawna hovane ya rijêma Basê, bi xêra xûna şehîd û mêrxasiya pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê û îradeyke bê hempa ya ji bo pêşkeftinê, Kurdistan xwediya bi dehan zanîngeh û navendên xwendin, zanist, fêrkirin û pêgehnaidnê ye û her sal bi hezaran kurên Kurdistanê di hemû waran de ji bo xizmet, avadankirin û pêşxistina welêt amade dikin.

Di vê bîranînê de ku pêşmergeyê mêrxas û hêzên emnî û xwebexşên Kurdistanê, bi can û xûna xwe Herêma Kurdistanê ji metirsî û gefên terorîstan rizgar kir û teror û terorîst jinav diçin, bi xêra xûna şehîdên nemir yên Qeladizê û hemû şehîdên Kurdistanê, gelê me pêngavên mezin ber bi bidestxistina timama mafên xwe yên adil diavêje û bi hêviyek mezintir çav li paşerojeke geştir e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekîd dike ku, weke hertim, ew ji bona wan armancên ku bi hezaran kurên Kurdistanê canê xwe jê re kiriye qurbanî û di wê rê de xûn daye, kar dike û daxwazê ji hikûmeta Iraqa Federal dike ku, wezîfeya xwe ya exlaqî û qanûnî bi cî bike û lêqewmiyên hemû karesatên bi ser gelê kurd hatine tawîz/qerebû bike,

Nemirî ji bo canê paqijê şehîdên Qeladizê û hemû şehîdên Kurdistanê
Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê
24.04.2017”
 

Nûçeyên têkildar