26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û şanda Rewta Sedir rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Rewta Sedir kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan ronahî xistin li ser hemahengî û karê hevbeşê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê ku serkeftineke mezin li beranber terorîstan da pêkhatiye.

Roja şemî 22.04.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Tevgera(Rewta) Sedir ya bi Serokayetiya Seyîd Ehmed Sedir kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û rewşa meydaniya bereyên şerê dijî terorîstan li Mûsil xistin ber behs. Her wiha ronahî xistin li ser hemahengî û karê hevbeşê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê ku serkeftineke mezin li beranber terorîstan da pêkhatiye.

Di beşekî dinê civînê de şanda mîhvan dîtin û nêrîna Rewta Sedir ya li ser proseya siyasiya Iraqê û qonaxa piştî DAIŞê û hilbijartinên paşarojê ya Iraqê xisterû.

Her di vê civînê de ji bilî balkişandina li ser hebûna prensîbên baweriyê û payendbûna bi peymanên li navbera wan de, tekez li ser peywendî û hemahengiya di navbera her dû aliyan ya li qonaxa paşarojê de kirin. 

Nûçeyên têkildar