Barzanî: Kes nikare xwe li ser Êzdiyan feriz bike..Çarenivîsa wan di destê wan de ye
__2017_04_18_h14m50s54__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzdî pîroz kir û di wê peyamê de ragihand ku DAIŞ baca tawanên xwe da û serê wan kete bin piyê Êzdiyan û êdî nabê rê bê dayîn hîç karesat û êşeke din di derbarê xuşk û birayên me yên Êzdiyan de dûbare bibê.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzdî, cejna Çarşema Sor, pîrozbahiyekî germ li hemû xuşk û birayên Kurdên Êzdî li Kurdistan û Cîhanê dikim.
Kurdên Êzdî beşekî azîz û veneqetiyayî ya gelê Kurdistanê ne. Xweşî û êşên wan xweşî û êşên gelê Kurdistanê ne. Bi dirêjahiya dîrokê xuşk û birayên me yên Êzdî bi sedema nasnameya olî û neteweyî rastî karesatan hatine, lê belê pabendbûna wan a bi nasnameya Kurdayetiyê û ola wan, hemû plan û sîtemekî li dijî wan pûç kiriye.
Spas ji bo xweda bi cangoriya Pêşmerge terorîstên DAIŞê hatin têkşikandin û DAIŞ baca tawanên xwe da û serê wan kete bin piyê Êzdiyan û êdî nabê rê bê dayîn hîç karesat û êşeke din di derbarê xuşk û birayên me yên Êzdiyan de dûbare bibê.
Di cejna serê sala Êzdî de, em tekez dikin ku gelê Kurdistanê piştevanî Êzdiyan e û rê jî nadin ku hîç aliyek xwe li ser wan de feriz bike, herwiha biryardana li ser çarenivîs û paşaroja wan tenê di destê Êzdiyan bi xwe de dibe.
Mesûd Barzanî
18.04.2017”




