26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Partiyên Rojhilat: Referanduma Başûr hêviya herçar perçeyên Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanî piştgîrî û piştevaniya xwe ji bo referanduma Başûrê Kurdistanê nîşan didin û dibêjin ew yek mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Mihemed Nezîf Qadirî ji malpera KDP.info re ragihand: “Her bijardeyek ku Serokatiya Herêma Kurdistanê û hêz û aliyên siyasî û îradeya gelê Kurdistanê, bixwazin, em jî piştevaniyê lê dikin. Herwiha xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî piştevaniyeke berfireh li referanduma Başûr dikin, lewma jî hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê pêwîst e zanibin ku xelkê herçar perçeyên Kurdistanê hêviya wan ki ser referanduma Başûr e.”

Mihemed Nezîf Qadirî wiha got: “Divê di vê qonaxê de gelê Kurdistanê amade bin ji biryardana xwe re, ji ber ku niha derfetek ji gelê Kurdistanê re hatiye ku ji hemû astan û ji aliyê hemû welatên cîhanê ve piştevaniya Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dikin, lewma jî em wek partiyên Rojhilatê Kurdistanê piştevanî û piştgiriyê li daxwaz û mafên gelê Kurdistanê dikin. Herwiha nabe gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê li hêviya destê Bexdayê be, lewma jî pêwîst e ev piştevaniya navdewletî ji bo gelê Kurd bibe çekeke bihêz ji bo referandumê.”

Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşan a Kurdistanê Enwer Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand:

“Referandum mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê li herçar perçeyan e, lewma jî niha divê gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi yekhelwêstî pêşwaziyê li referanduma çarenivîsa xwe bikin û rê nedin destên derve bibin asteng ji referanduma wan re. Bi vê referandumê dê hemû cîhan nas bikin ku gelê Kurd dixwazin çarenivîsa xwe diyar bikin. Êdî Kurdistan nikare di bin siya Bexdayê de berdewam be.”

|Cîgirê Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê Husên Yezdanpena ji malpera KDP.info re ragihand: “Gelê Kurdistanê biryara xwe daye ku bindestiyê qebûl nekin, lewma jî biryara lidarxistina referandumê ji aliyê serkirdatiya siyasî ya Kirdistanê ve biryareke pir girîng û di cihê xwe de bû, ji ber ku niha Hêzên Pêşmerge li ser asta hemû cîhanê bûne nasnameya jinavbirina terorê û bergirîkirina li tevahiya cîhanê. Referanduma Başûrê Kurdistanê dibe piştevaniyeke bihêz ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî û jibilî ku em wek partiyên Rojhilatê Kurdistanê piştevaniyê li referanduma Başûr dikin, em hêvî dikin ku ev referandum li perçeyên din ên Kurdistanê jî dûbare bibe.”

Nûçeyên têkildar