Xelîl: Emê di konferansa navdewletî de daxwaza derxistina PKKê ji Şingalê bikin
__2017_04_16_h16m50s35__HK__2017_04_16_h17m39s24__HK.jpg)
Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku îro civînek ji bo amadekariyên lidarxistina konferanseke navdewletî derbarê avedankirina Şingalê li Dihokê birêve çû û tê de biryar hat dan ku jibilî avedankirina Şingalê, di wê konferansê de daxwaz jî bê kirin ku PKK ji Şingalê bê derxistin.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info ragihand: “Îro li bajarê Dihokê bi beşdariya nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmetên xwecehî yên Dihok û Şingal û Mûsilê civînek hat lidarxistin, ew jî wek amadekarî ji konferansa navdewletî ya derbarê avedankirina Şingalê re, ku biryar e ew konferansa navdewletî di vê mehê de bi beşdariya nûnerên welatên hevpeymanan û konsulxaneyên welatan û UN û Hikûmeta Iraqê û di bin çavdêriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de birêve biçe.”
Xelîl wiha got: “Di civîna îro de çend biryar hatin sitendin ku ew konferans li Hewlêrê birêve biçe, herwiha beriya avedankirina Şingalê pêwîst e ji aliyê emnî ve ew bajar rewşa wî bê aramkirin, lewma jî biryar hat dan ku jibilî avedankirina Şingalê pêwîst e daxwaz bê kirin ku PKK ji Şingalê bê derxistin, da ku aramî vegere wê navçeyê.”




