Şamo: PKK Şingal tije çekdarên Ereb kiriye

Şingal-KDP.info- Parlemanterê Kurdistanê yê Êzdî Şêx Şamo dibêje, PKK dixwaze hêzekê ji eşîrên Erebî dirust bike û li Şingal û Xanesorê aloziyan bi wan hêzan çêbike.
Şêx Şamo ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew navçeyên Şingalê yên ku di dema rêjîma Sedam de jî hêzên Erebî li wan bicîh nebibûn, niha PKK ew dever tije çekdarên Ereb kiriye. Ew çekdar li ser Çiyayê Şingalê û hinek cihên girîng ên Şingalê bicîh kirine, ew jî ji bo ku di siberojê de pirsgirêkan ji Hêzên Pêşmerge re derxînin.”
Şêx Şamo wiha got: “PKK li derdora Xanesorê jî çekdarên Ereb û eşîrên Erebî li xwe kom kirine, ku ji Sûriyê anîne û dixwazin li Xanesorê erkekî bide wan.”
Serokê Encumena Şingalê Weyis Nayif jî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK dixwaze bi riya çend eşîrên Erebî ciwanên wan Ereban çekdar bikin û girft û aloziyan li Xanesorê dirust bikin, lê me çendîn car PKK ji wê yekê agahdar kiriye, ku ev yek ji wan nayê qebûlkirin.”




