26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Osman Baydemîr: Bila aştî pêş bikeve

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Berdevkê HDPê Osman Baydemîr li Enqerê dengê xwe bikar anî û got; “Bila azadî û demokrasî bi ser bikeve. Pêwîstiya welat bi xêrê û xweşiyê heye. Em hêvî dikin xêr, azadî û demokrasî bi ser bikeve."

Di çarçoveya giştpirsiya li ser 18 xalên destûra Tirkiyê de îro li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê proseya dengdanê berdewam e.
Parlamenterên HDPê Dirayet Taşdemir, Sirri Sureyya Onder, Nadir Yildirim û Ertugrul Kurkçu û herwiha Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir li dibistanekê navçeya Dikmenê ya Enqereyê dengên xwe bikar anîn.

Osman Baydemîr piştî dengdanê got; “Bila ser xêrê be û di encamê de azadî û demokrasî bi ser bikeve. Bila aştiyek bi rûmet pêş bikeve, bibe roja bidawîbûna pevçûn û aloziyan. Pêwîstiya welat bi xêr û xweşiyê heye. Bila deriyê xêrê li vî welatî vebe. Em hêvî dikin xêr, azadî û demokrasî bi ser bikeve.”

Nûçeyên têkildar