26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKK destê xwe daniye ser mala serkirdeyekî ENKSê..Siyasetmedarekî din jî eşkence dane

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- PKKê li Rojavayê Kurdistanê fermana destdanîna ser mala rayedarekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daye.

Endamê polîtburoya partiya Yekitî û nûnerê ENKSê li Îtilafa Sûriyê Fuad Elîko li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, dadgeha PYDê (destê PKKê li Rojavayê Kurdistanê) ferman daye mala wî ya li bajarê Qamişlo were zeftkirin.

Fuad Elîko her wiha gotiye, dadgeha PYDê qaşo bi tohmeta xiyanetê ew ferman daye lê bila bizanin ewê ti carî nekaribin pêşiya hewlên min bigirin ku reftarên wan yên kirêt riswa nekim.

Wî rayedarê ENKSê daye zanîn ku mala wî li ser navê kurê wî Behzad Elîko ye û gotiye, di wê malê de kurê min Bengîn, hevjîna wî û dayîka wî ya nivîşkan dijîn. Lê bila ew bizanin, ew çi bînin serê malbata min dê ezê her wan riswa bikim.

Ji aliyekî din ve, Endamê PDK-Sê bi navê Remezan Şêxo ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PKKê li bajarê Hesekê êriş kirin siyasetemedarekî din bi navê Nesredîn Yûsif û ew eşkence kirin û rewşa wî nebaş e.”

Çeteyên PKKê li Rojavayê Kurdistanê xwe bi zorê bi ser wî perçeyê Kurdistanê de feriz kirine û rojane endamên ENKSê davêjin binê zindanan û wan eşkence dikin, ew jî bi fermana rêjîma Sûriyê.

Nûçeyên têkildar