Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî li tendirûstiya serok Talebanî pirsîn

Ji bo pirsyarkirina tendirûstiya serokkomarê Êraqê, serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi peywendiyekî telefonî li rewşa tendirûstiya serok Talebanî pirsiya û hêviya tendirûstiyeke baş ji cenabê serok Mam Celal re xwast.
Her weha di heman mijarê de, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi riya telefonê, pirsyara rewşa serok Talebanî kir û tendirûstiyeke baştir jê re xwast.




