26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Esed dê dewleta Elewiyan ragehîne

Çavkanî: KDP.info

Rijêma Esed bi piştivaniya Rusiya û Êranê bo çêkirna Herêma Elewiy-nasturî berhevyên xwe temam kiriye û piraniya çekên giran, firokên şer, benka navendî û kargehên mezin veguhaztiye bajêrên Tartûs û Laziqiye û 7 lîwayên taybet û lîwayeka teknîkî derbazî çiyayên bajêrên Elewiyan kirye.

 

Li dûv nûçeyên herêmî û axavtina cêgirê wezîrê derve yê Rusiya, Beşar Esed xwe berhev dikeku ji Şamê derkeve û ber bi Laziqiyê ve here û li herêma Elewiyan xeta parastina xwe dirust bike.

 

Dîsan rojnameya El-Musteqbel ya libnanî jî di nûçeyekî xwe da belav kiriye ku rijêma Esed 7 lîwayên taybet ku ji Elewiyan pêk hatiye derbazî çiyayê Elewiyan kirye û li gel wan de lîwayeka taybet ya teknîkî jî heye û li gel vê lîwayên çekên kîmyawî jî hene.

 

Çavdêrên siyasî wesa jî şîrove dikin ku Beşar Esed ew 6 heyvin kar bo avakirina dewleteka aram ya Elewiyan dike û niha gehştiye qonaxa dawî û di wan şeş heyvên borî de bi zanebûn hêzên leşkerê Azad ber bi Şamê û Helebê dikşandin da ku bingeha dewleta Elewî dirust bike û niha xeteka pir dijwar ya parastinê li deverên Elewiyan diruskiriye û hemû dewlemendiyên Sûriyê jî çûne wê deverê û bicîh bûne.

 

Zanayên siyasetê li rojhelata navîn jî aşkere kirin ku heke Kurdên rojava di ware parastin û siyasî de xwe baş berhev bikin dişên mifayeka gelek baş û dîrokî jî pêlana Esed û Rusiya bibînin û herêm yan jî dewleta xwe ragehînin

Nûçeyên têkildar