26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Kurdistanê û Îbrahîm Ceferî rewşa navçeyê nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Piştî ku îro bi serdaneke fermî wezîrê derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî gehêşte hewlêrê û li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin, serdana nivîsgeha Serokwezîrê Kurdistanê jî kir û ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de Ceferî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û anî ziman ku Kurdistan beşeke girîng ya Îraqê ye û jiber hemahengiya navbera Kurdistan û Îraqê terorîstên DIŞIê rastî şikesteke yekcarî hatine.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku Kurdistan hewl bo vê yekê dide daku li gel artêşa federal ya Iraqê de Iraq û deverê ji metirsiyên terorîstan biparêze.

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez li ser vê yekê kir ku baweriya Kurdistanê hertim bi vê yekê hebûye ku bo çareser kirina kêşeyên heyî li gel Bexdayê di nava diyalog û danûstandinan de be.
 

Nûçeyên têkildar