PDK û YNK: Îsal referandum tê kirin..Em desturê ji ti kesî wernagirin

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî ragihand, ji bo referanduma serxwebuna Kurdistanê ew muhletê ji ti kes û aliyekê wernagirin. Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar jî got, pêwîst e Tevgera Goranê jî beşdarî di vê proseyê de bike.
Îro civîna navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Hewlêrê birêveçû.
Civîn ji bo gotûbêjkirin û nirxandina hevdîtinên şanda hevbeş a PDKê û YNKê li gel aliyên siyasî yên Kurdistanî û partî û rêxistinên pêkhateyên Herêma Kurdistanê û civînên bi rayedarên Iraqê re hatibû sazkirin.
Piştî civînê, konfranseke hevbeş a rojnamevanî hat sazkirin û Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî û Berpirsê Desteya Kargêrî ya YNKê Mela Bextiyar li ser naveroka civînê bersiva pirsyarên rojnamevanan dan.
Fazil Mîranî ragihand: “Ji bo referandumê, ji bilî milletê xwe, em muhletê li ti kes û aliyekî wernagrin”.
Mîranî herwiha got: “Emê şêwirê û gotûbêjê ligel hemû aliyan bikin, lê belê eger hinek alî jî hemahengiyê ligel me nekin jî, em poşman nabin û emê pêngavan her bavêjin”.
Herwiha Mela Bextiyar jî amaje bi wê yekê kir, ku mijara sereke ya civîna îro çawanî û karê yasayî yê referandumê bû.
Derbarê encama serdana şanda hevbeş a PDKê û YNKê bo Bexdayê de jî, Mela Bextiyar ragihand, ku wan civînên serkevtî encam dane.
Li ser heman mijarê Fazil Mîranî jî diyar kir: “Me ji Bexdayê re got, ku wan Kurd neçar kirine, ku berê xwe bidin referandumê”.
Li gorî zanyariyan yek ji mijarên civîna îro ya navbera PDKê û YNKê, asayîkirina pêwendiyên PDKê û Goranê bûye.
Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar destnîşan kir, di civînê de ew li ser vê mijarê jî axivîne û nirxandin û nêrîna xwe ya derbarê aktîvkirina parlamentoyê de pêşkêş kirine.
Mîranî jî li ser vê mijarê got: “Derbarê aktîvkirina parlamentoya Kurdistanê, me projeyek ji YNKê wergirt û piştî lêkolînê em dê bersivê bidin”.
Herwiha Fazil Mîranî ragihand: “Referandum û serxwebûn ji çalakkirina parlamentoyê giringtir in û di aliyê yasyaî de jî, referandum bêyî parlamentoyê tê kirin”. Mîranî tekez kir: “Me li hev kiriye, lê belê tifaq maye”.
Mîranî di berdewamiya xavtina xwe de tekez kir, 2 komîte ji bo referandumê dê werin pêkanîn.




