26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komisyona hibijartinan: Emê ji referanfumê re amade bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Encumena Komisyaran ya Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan li Herêma Kurdistanê dibêje, eger ji bo encamdana referanduma Kurdistanê ew bên erikdarkirin, ewê tenê di nava 2 mehan de xwe ji referandumê re amade bikin.

Dr. Cûtyar Adil ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek komîsyona hilbijartinan 100 % amade ne û em dikarin di demke kurt de referandumê bikin. Ji bo referndumekê kareke mezin jê re navê û karekî hêsan e.”

Adil wiha got: “Eger em bên erikdarkirin, dê tenê 2 meh bes bin ji bo amadekariyan. Herwiha gelek pere jî jê re navên.”

Biryar e îsal referanduma serxwebûna Kurdistanê lidar bikeve, lê heta niha dema wê nehatiye diyarkirin.

Nûçeyên têkildar