Kurdistan jenosîda Kurdên Êzdî dibe Encumena Asayişa Navdewletî

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze ji bo yekalîkirina pirsa jenosîdnaskirina wê tawana ku derheqê Kurdên Êzdî de hatiye kirin, berê xwe bide Encumena Asayişa Navdewletî.
Husên Qasim Heso Berdevkê Komîteya Bilind a Bijenosîdnaskirina Tawanên li dijî Kurdên Êzdî ku ser bi Hikûmeta Kurdistanê ve ye, di kongereyeke rojnamevanî de ku peyamnêrê KDP.info jî li wir made bû, ragihand: “Niha jî 3500 zarok û keç û jinên Êzdî di destê DAIŞê de mane. Bi riya ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê 2 hezar û 946 keç û jin û zarokên Êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.”
Wek Husên Qasim Heso dibêje, egera wê yekê heye ku bi dehan gorên bi komî yên Kurdên Êzdî hebin û nêzîkî hezar û 500 termên Êzdiyan tê de be. Me biryar daye ku em zêdetir kar bikin ji bo pêkanîna dadgeheke navdewletî taybet bi tawanên DAIŞê li dijî pêkhateyên neteweyî û olî.
Li gorî Heso, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze ji bo yekalîkirina pirsa jenosîdnaskirina wê tawana ku derheqê Kurdên Êzdî de hatiye kirin, berê xwe bide Encumena Asayişa Navdewletî.





