Li Amedê teqînek çêbû

Amed-KDP.info- Li navçeya Rezan a Amedê li ser cadeya Emekê seat 10.45ê li avahiya temîratê ya hêzên çevîk a Rêveberiya Ewlekariya Bajêr di dema temîrkirina panzêrê de teqîn çêbû, li gor agahiyên ewil 5 kes birîndar bûne û kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên destpêkê li avahiya temîratê ya hêzên çevîk a Rêveberiya Ewlekariya Bajêr a li Baxlarê di dema temîrkirina panzêrê da ji ber sedemeke ku hê jî nayê zanîn teqîn çêbû.
Bi bandora teqînê gelek avahiyên derdorê zirar dîtin û gelek ambulans ber bi cihê teqînê ve çûne. Bi şideta teqînê aliyekî avahiya polîsan hilweşiya û di avahî û wesayitên li der û dorê de zirar çêbû.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî ragihand ku “di dema temîrkirina panzêrê de” teqîn çêbû.
Suleyman Soylu herwiha diyar kir ku birana kesekî giran e û kesek jî di bin kavilê avahiyê de maye.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Amedê jî kesekî sivil ji ber teqînê cane xwe ji dest daye.




