25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Sovyeta berê: Em piştevaniyê li referandumê û serxwebûna Kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî de, şanda Federasyona Komeleya Kurdên Sovyeta berê piştevaniya xwe ji bo pêngavên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo lidarxistina referandumê û ragihandina dewleta Kurdistanê ragihand.

Li navenda Polîtburoya PDKê li Selahedîn Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Federasyona Komeleya Kurdên Sovyeta berê bi serokatiya Kinyaz Îbrahîm kir.

Di wê hevdîtinê de Fazil Mîranî jibilî bixêrhatina şanda mêvan, kurteyek li ser rewşa Herêma Kurdistanê û navçeyê ji şanda mêvan re pêşkêş kir û tekez kir ku gelê Kurdistanê ji mafê wî referanduma xwe bike û biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Herwiha tekez kir ku pêwîstiya Kurdistanê bi her Kurdekî heye ku bi rola xwe rabe û piştevaniyeke bihêz be ji bo pêngavên Serok Barzanî.

Ji aliyê xwe ve, serokê şanda mêvan Kinyaz Îbrahîm bi navê xwe û şanda Federasyona Komeleya Kurdên Sovyeta berê spasiya Polîtburoya PDKê kir li ser çêkirina vê hevdîtinê û got ku armanca serdana wan bo Başûrê Kurdistanê diyarkirina piştevaniyê ye ji bo pêngavên Serok Barzanî di riya referandumê û ragihandina dewleta Kurdistanê de. Herwiha tekez kir ku divê her Kurdek û Kurdistaniyek bi rola xwe rabe û piştevanên bihêz bin ji pêngavên Serok Barzanî re.

Îbrahîm tekez kir li ser yekîtiya Kurdan ji bo gihîştin bi serxwebûnê û niha her Kurdeyk çavê wî li ser vî perçeyê Kurdistanê ye û welatên cîhanê jî bi rêz û hurmet berê xwe didin gelê Kurdistanê û qurbaniyên Hêzên Pêşmerge, lewma jî niha dem dema biryardana Kurdan e li ser çarenivîsa xwe.

Nûçeyên têkildar