Konferansek navdewletî ji bo avedankirina Şingalê birêve diçe

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibîje, biryar e di vê mehê de konferanseke navdewletî derbarê avedankirina Şingalê lidar bikeve.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e 16ê vê mehê li bajarê Dihokê workşopek birêve biçe û tê de dê hemû rêveberiyên Şingalê beşdar bibin, ew jî di bin serperiştiya lêjneya avedankirina Şingalê ya Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Kuridstanê, ev jî wek amadekariyên ji bo encamdana konferanseke navdewletî derbarê avedankirina Şingalê.”
Xelîl wiha got: “Biryar e ew konferans di vê mehê de birêve biçe û dibe ku dibe ku bibe dawiya vê mehê de, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê biryarî li ser roja wê konferansê bide. Herwiha di konferansê de dê nûnerê welatan û konsulxaneyan û UN tê beşdar bibin.”




