ENKS: PYD ji êrişa Amerîka li ser Esed dilgiran e

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, êrişa Amerîka li ser rêjîma Esed destpêka siyaseta nû ya Amerîka ye derbarê Sûriyê, herwiha wê êrişê tirs û dilgiraniyeke mezin li cem PYDê çêkiriye, ji ber ku ew beşek in ji rêjîma Esed.
Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîka li gorî biryareke navdewletî ji sala 2013 li hemberî bikaranîna çekên kîmyayî, li balafirgeha leşkerî ya rêjîma Sûriyê da, ku ev pêngav jî qonaxeke nû ye ji siyaseta Amerîka li hemberî Sûriyê, ji ber ku hete niha Amerîka li Sûriyê tenê şerê DAIŞê dikir.”
Biro wiha got: “Em wek ENKSê bi bawriya me, pêwîst bû ji sala 2013ê ve gerek Amerîka li rêjîma Sûriyê daba, nexasim jî ew cihên ku çekên kîmyayî bikar anîne, lewma jî em piştgiriyê li wê êrişa Amerîka dikin.”
Serokê ENKSê wiha domand: “Helwesta PYDê derbarê êrişa Amerîka nezelal e, ji ber ku heta niha Amerîka dixwest DAIŞ jinav bibe, lê ji niha û pê ve Amerîka dixwaze deselata Îran û Esed li Sûriyê nemîne, ku PYD jî gelekî ji vê yekê ditirse û dilgiran e, ji ber ku PYD ser bi rêjîma Esed ve ye.”




