Şirovekarekî siyasî: Xelkê Kurdistanê dê deng bidin serxwebûnê

Dihok-KDP.info- Şirovekarê siyasî Mueyid Teyib dibêje, tenê riya referandumê li pêşiya me maye û Kurdistan dê ber bi serxwebûna xwe ve biçe. Herwiha dibêje, xelkê Kurdistanê dê bi coşeke mezin deng bidin serxwebûna Kurdistanê.
Mueyid Teyib ji malpera KDP.info re ragihand: “Ti baweriya me bi jiyana di çarçovya Iraqê de tune ye, ji ber ku ti guhertinek bi ser hizniyeta deselatên Iraqê ve nehatiye, lewma jî baştirîn çareserî referandum e.”
Teyib wiha got: “Her rêkeftinek ligel Bexdayê bê kirin dê bê sûd be û tenê riya serxwebûnê li pêşiya me maye û bi referandumê dê ji hemû cîhanê re piştrast bibe ku serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê daxwaza xelkê cîbicî dike, lewma jî lidarxistina referandumê pir girîng e û divê ew referandum jî tenê ji bo serxwebûnê be û ti aliyekî siyasî nebe rêgir li pêşiya referandumê.”




